“Bê ziman azadî nabe, bê azadî tenduristî nabe"

05.07.2021

15ê GULANÊ ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

 

Qedexeya li ser zimanê zikmakî û herwiha qedexeya li ser wergirtina xizmeta tenduristîyê ya bi zimanê zikmakî li hember wergirtina xizmeta tenduristîyê û başbûna tenduristîya civakê astengîyan derdixe. Li ser vê mijarê Meclîsa Tenduristîyê ya HDK’ê bi dirûşmeya “Bê ziman azadî nabe, bê azadî tenduristî nabe “panelek li dar xist. Panel 15ê Gulanê ku roja cejna zimanê Kurdî ye pêk hat. Hin xalên di panelê de derketin pêş ev in:

 

*Bi axaftina moderatorê panelê a li ser girîngî û wateya roja 15ê Gulanê panelê dest pê kir. Bi kurtasî axaftin bi vî şiklî bû ;

15ê Gulana 1932an kovara Hawarê ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hate derxistin dest bi weşanê kir, herwiha ev yekem car bû ku kovareke Kurdî bi tîpên latînî dest bi weşanê kir.

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyina zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ziman şerta heyinê ya pêşîn ê.”

Kovara Hawarê bi vê pêşgotinê dest bi weşana xwe kirîye û di kovarê de li ser zimanê Kurdî û dîroka zimanê Kurdî, erdnîgarîya ku Kurd lê dijîn û çanda Kurdan gelek nivîs weşîyane. Dîsa di kovarê de ji zimanên bîyanî ji bo Kurdî gelek werger hatine kirin. Kovara Hawarê ji bo Kurdan û zimanê Kurdî bûye mîna dibistanekê. Celadet Alî Bedirxan, Kamûran  Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûreddîn Zaza hin ji wan nivîskar û helbestkaran e ku di Kovara Hawarê de nivîsîne û îro di nava gelê Kurd de gelekî tên nas kirin û berhemên wan tên xwendin. 15ê Gulanê ku roja derçûna hejmara kovara Hawarê a ewilî ye ji sala 2006an û vir ve ji alîyê gelê Kurd wekî roja cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

 

 

Ji pêşkêşîya Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz a bi navê “Zimanê Zikmakî û Tenduristî” çend xalên derketin pêş ev in :

 

*Ev sed sale ji alîyê netew dewletên serdest ve li ser gelê Kurd bi  sîstematîk polîtîkayên qirkirina çandî tên sepandin. Dîsa ji qirkirina fîzîkî heta bi dagirkirina erdnîgarîyê, talan û dizîya nirxên çandî, qedexekirina zimên û înkarkirinê gelek polîtîka li ser gelê Kurd hatine sepandin. Ev polîtîkayên ku ji alîyê van netew dewletan ve tên birêvebirin astengîya herî esasî ye li pêşîya tenduristîya civakê. Başbûna tenduristîyê encax başbûna ji alîyê fîzîkî, gîyanî, civakî û sîyasî hebe pêkan e. Li cî û demeke ku qirkirina çandî tê kirin ne pêkan e ku tenduristîya takekesan û civakê baş be.

*Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê gava ku pênaseya tenduristîyê dike tenê li ser başbûna laşî û gîyanî disekine û tenduristîyê bi heman awayî pênase dike lêbelê divê tendurustî ne tenê li gorî başbûna laşî û gîyanî herwiha divê li gorî başbûna civakî û siyasî were pênasekirin. Em bi xwe tenduristîyê wisa pênase dikin. Em dikarin başbûna civakî û siyasî wisa rave bikin; azadîya takekes û civakê, mafên mirovan, wekhevîya di pêvajoya wergirtina xizmeta tenduristîyê, xizmeta tenduristîyê a bi zimanê zikmakî û bêpere û lihevbûn û bihevrebûna civak û xwezayê.

*Prensîba sereke a zanista TIPê “zirar nedayîna nexweşan e”

*Nexweşên ku nikaribin bi zimanê xwe xizmeta tenduristîyê werbigire dê çawa xwe bi wan xebatkarên ku zimanê wan nizanin bidin fêmkirin? Xebatkarên ku ji zimanê nexweşan fêm nekin dê çawa zirarê nedin nexweşan? Ger di têgihîştina nexweşîyê de tiştê herî girîng anemnez be ji bo nexweşekî ku anemneza wî neyê bi dest xistin dê çawa rewşeke baş pêkbê?

*Di dema desthilatdarîya ku niha li ser kar e bi dehan kurdên ku li kuçe û kolanan bi zimanê xwe axivîne rastî êrîşan hatine û hatine lînçkirin û gelekî ji wan mirovan jiyana xwe ji dest dane. Gava rewşeke wisa hebe, mirov nikaribe bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive helbet wergirtina hin xizmetên gelemperî yên wek perwerdehî û tenduristîyê jî dê ne pêkan be. Ji ber vê jî ji bo ku mirov bikaribin bi zimanê yê zikmakî xizmeta tenduristîyê werbigirin divê bi hevkarîya sazîyên sîyasî, yên sivîl, rêveberiyên herêmî û bi tevlêbûna civakê a rasterast rê û rêbazên vê pêvajoyê were afirandin.

*Wergirtina xizmeta tenduristîyê a bi zimanê zikmakî jî wekî perwerdehîya bi zimanê zikmakî mafekî mirovan ê bingehîn e. Bêyî ku tu cudahî di navbera zayendan, bawerîyan, nijadan û zimanan bê kirin divê ji bo hemûyan derfetên wergirtina xizmeta tenduristîyê were avakirin. Xizmeta tenduristîyê ya bi zimanê zikmakî çawa ku mafekî rewa ye herwiha bi azadîyê re jî têkildar e. Xwe derbirîna bi zimanê zikmakî bingehê maf û azadîya mirovan e. Mixabin ji ber ku li Tirkîyê hertim azadîya mirovan hatîye binpêkirin mafê zimanê zikmakî jî tune hatîye hesibandin. Mafê axaftin û bikaranîna zimanê zikmakî yek ji bingehên azadîyê ye. Wergirtina xizmeta tenduristîyê ya bi zimanê zikmakî mafekî herî rewa yên mirovan e.  

*Gava ku mijar dibe tenduristî, dewlet û desthilatdarî bi feraseteke dûrî azadiyê kar dike û bi taybetî jî mafê wergirtina xizmeta tenduristîyê ya bi zimanê zikmakî binpê dike û li şûna ku ji bo herkesî derfetên wergirtina xizmeta tenduristîyê pêkbîne polîtîkayên cudakirinê dixe merîyetê. Herî dawî gava li Elezîzê erdhej çêbû careke din derket holê ku divê xizmeta tenduristîyê ji bo herkesî bi zimanê wan ê zikmakî were kirin. Tevî van rastîyan îro li Tirkîyê serî de bi îngilîzî, bi zimanên wekî erebî û rûsî û bi gelek zimanên din jî ji bo wergirtina xizmeta tenduristîyê xetên telefonê hene lê ji bo Kurdan – ku li Tirkîyê herî kêm 25 mîlyon Kurd hene – derfeteke bi vî şiklî jî tuneye. Ev jî dibe sedem ku rewşa başbûna siyasî ji holê rabe. Bi vî şiklî him azadî him jî mafên gelê Kurd tê binpêkirin û ev jî nêzîkatîya derdorên siyasî a li hember Kurdan û gelan eşkere dike.

*Pergala kapîtalîst ne li gorî civakê li gorî desthilatdarîyê planan çêdike û birêve dibe. Pergala dewleta kapîtalîst tenduristîya civakê ji xwe re nake derd û serê xwe pê naêşîne. Tenduristîya civakê tiştekî gelekî muhîm e û nabe ku bi destê dewletê ve were berdan. Me wekî gelê Kurd biryar daye ku em xwe, bixwe birêvebibin û em ji bo vê jî têdikoşin. Niha jî divê em polîtîka û sazî û dezgehên pergaleke tenduristîyê a ji bo civakê ava bikin. Divê em wekî Gel ji bo çareserîya pirsgirêkên xwe derfet û îmkanan ava bikin ji ber ku di nava vê pergalê de em tune tên hesibandin û em ji bo hebûn û azadîya xwe têdikoşin.

*Ji pêşkêşîya Dr Erdal Sîpan a bi navê “Zimanê Zikmakî û Tenduristî” çend xalên derketin pêş ev in:

*Başbûna ji alîyê tenduristîyê ne tenê başbûna laşî û gîyanî ye. Başbûna ji alîyê tenduristîyê bi azadîya civakê a polîtîk re pêkan dibe. Ji ber vê jî heta ku civak azad nebe em nikarin qala “takekesên ji alîyê tenduristîyê baş” bikin.

*Divê di pêvajoya wergirtina xizmeta tenduristîyê ji bo herkesî wekhevî hebe û divê ev xizmet ji bo herkesî belaş be. Ji bo ku herkes bikaribe xizmeta tenduristîyê werbigire divê ev xizmet bi zimanê zikmakî bê kirin.

*Girîngîya anamnezê a ji bo têgihîştin û tedawîya nexweşîyê bi lêkolînên zanistî hatîye îspat kirin û em jî ji serpêhatî û ezmûnên xwe girîngîya anemnezê dizanin. Divê anamnez ji nexweşan bi xwe bê wergirtin û herwiha ji ber girîngîya wê divê anamnez bi zimanê nexweşan yê zikmakî bê wergirtin.

*Li Kurdistanê axaftina bi Kurdî hê jî qedexeye. Nexweş nikarin gazinên xwe bi Kurdî bînin ziman. Qedexekirina zimanê zikmakî a di qada tenduristîyê de binpêkirina mafê herî rewa yê nexweşan e. Ev tê wateya binpêkirina mafê nexweşan ê jîyanê.  

*Gava ku rê li ber wergirtina xizmeta tenduristîyê ya bi zimanê zikmakî tê girtin mafên nexweşan yên tenduristîyê, tedawîyê û jîyanê tên binpêkirin.  

*Li Kurdistanê hejmara mirina dayik-pitikê gellekî zêdeye û yek ji sedemên bingehîn ên zêdebûna vê hejmarê nebûna xizmeta tenduristîyê ya bi zimanê zikmakî ye û helbet polîtîkayên şer yên heyî jî gelekî bandorê li ser vê rewşê dike.  

*Him tê gotin ku herkes dikare li mala xwe bi Kurdî biaxive û him jî li qadên civakî axaftina bi Kurdî qedexe ye. Ji ber ku bi Kurdî diaxivin bi hezaran mirov rastî êrîşên dewletê tên. Ji alîyekî dixwazin Kurdî di nava çar dîwaran da bihêlin û ji alîyekî jî dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet Kurdî tune bikin û ji holê rakin.

*Ziman jîyan e, kes nikare di nava çar dîwaran da bihêle û bêdeng bike. Divê em di hemû qadên jîyanê bi zimanê xwe yê zikmakî, bi çanda xwe, bi hemû nirxên xwe yên civakî û dîrokî bijîn û di vê helwesta xwe de pêdagirîyê bikin.

*Hin pêşniyazî û nirxandinên ji aliyê beşdarvanên panelê hatin kirin ev in :

*Ji bo xizmeta tenduristîyê ya bi zimanê zikmakî divê em kûrsên ji bo hînbûna zimanê kurdî - ku ji berê de em li dar dixin – berbelavtir bikin. Ji bo çareserîya esasî jî divê em tenê bi kûrsan neyê ser û herwiha divê em hemû qadên jiyanê û sazî û dezgehên xwe bikin cîhê perwerdehîya zimên.

*Netew-dewletên mêtinger li ser gelê Kurd polîtîkayên mêtingerîyê disepîne, dixwaze asîmîlasyonê û qirkirina çandî pêkbîne. Divê em bi kar û xebatên xwe rê li ber vê armanca wan bigirin.

*Xizmeta tenduristîyê di her astê de bi zimanê zikmakî bê wergirtin jî wê dawî li pirsgirêkan neyê. Heta ku li kuçe û kolanan, li bazaran, li gund û bajaran û li dibistanan bi zimanê zikmakî neyê axavtin ev pirsgirêk wê çareser nebe. Ji ber vê jî divê em bi wan sazî û dezgehên ji bo vê armancê têdikoşin tevkarîyê bikin û divê em bi hev re bixebitin.

*Gava ku xebatên tenduristîyê bi zimanê zikmakî tên kirin divê armanca me ne tenê ew be ku li sazî û dezgehên tenduristîyê anemnez baştir bên bidestxistin herwiha divê armanca me ew be ku li hemû qadên jiyanê ji bo zimanê zikmakî têkoşîn bê kirin.

*Ji bo ku di rewşên awarte de wergirtina xizmeta tenduristîyê hêsantir û bileztir bibe spot, anons û bangawazîyên hewce dike, dikarin bi zimanê zikmakî were amadekirin.

*Li hemû cî û warên em lê ne divê em bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin.

*Li sazî û dezgehên tenduristîyê ne tenê ji bo em bi nexweşan re têkevin têkiliyê herwiha ji ber ku zimanê me yê zikmakî ye divê em bi Kurdî biaxivin.

*Ji bo xebatkarên tenduristiyê yên ku zimanê wan ê zikmakî ne Kurdî ye ferheng û sepanên ji bo hînbûna Kurdî dikare were amadekirin.

*Em dikarin gelek panelên bi vî rengî li dar bixin.

*Gava panelên bi vî rengî bên lidarxistin divê zimanê panelê ne tenê Kurmancî be. Herwiha divê zazakî û zaravayên din jî li gel Kurmancî bibe zimanê panelên me.

*Tevî ku Ji ber pirsgirêkên teknîkî hinek kes nikaribûn tevlî panelê bibin jî eleqeyek mezin ji bo panelê hebû û hemû kesên tevlî panelê bûn bi coş bûn.

*Panel bi zimanê Kurdî hate li dar xistin lê ji bo kesên ku bi Kurdî nizanin axaftina panelîstan li tirkî hate wergerandin.

 

Hûn dikarin li vir versiyona tirkî ya nivîsê bixwînin.

Halkların Demokratik Kongresi

Sağlık Meclisi